Destpêkirina bernamegeriya androîdê

Di vê nivîsê de em dê avakirina derdora androîdê û navgînên bernamekirinê hîn bibin.

Berê ji bo destpêkirina kodkirina bernameyên androidê em di rêçeke pir dûr re derbas dibin. Pêşî me bernameya eclipse dadixist, paşê SDKya(Software Development Kit–Kîta Pêşvebirina Nivîsbariyê) androîdê û paşê jî paketên androîdê ji bo eclipseyê û sazkirina pakêtan li eclipse û hwd. Werhasil rê tevlîhev û dirêj bû. Lê niha ne wisa ye. Google’ê ji bo me hemû kirine nav pakêtekê û hertişt amadeye. Em dê wê pakêtê daxin û hewceyî sazkirinê jî nake.

Pêşî ji http://developer.android.com/sdk/index.html vir em pêl bişkoka Download SDK bikin û SDKyê daxin. Paşî jî li ciyekî hûn dixwazin ji zîpê derbixin.

Adsız

Niha hûn dikarin eclipseyê vekin an jî kurtrêyekê li ser maseyê çêbikin. Eclipse di peldanka eclipse de ye. Piştî vî gavî hûn dikarin dest bi kodkirinê bikin. Êdi hûn û hêza we ya bernamegeriyê rûbirû ne. Henek li aliyekî ez heta dikarim li ser vê malperê rê û rêbazên androidê ez dê bi were parvebikim.

Şîrove bike