Bernameya eclipse vekin. Û bi rêça File->New->Android Application Project projeyeke nû vekin. Ciyê vala li gorî xwe dagirin. Min wisa dagirt:
Paşî jî li bişkoka Next bitikînin. Di ekranên pêş de dê navê class û pel xml a xuyaneya ekranan bipirse hûn dikarin weke xwe bihêlin.
Ez dixwazim di ekranê de qutiyeke têketinê(EditText), bişkokek(Button) û qutiyeke nivîsê(TextView) hebe. Bi pêlkirina bişkokê ez dixwazim nivîsa di qutika têkenê de li qutîka nivîsê zêde bikim.
De werin em pêşî xuyaneya ekrana xwe ava bikin.
Di çaviya Package Explorer de ku ne vekirî be bi rêça res/layout/main_activity.xml vekin. Dibe ku we navekî din dabê a bi wî navî vekin.
Divê ekrana we wisa be.
Ji kêlekê qutîkeke têketinê, bişkokek û qutîkeke nivîsê kaşkin ser ekranê. Dawiyê pela we a xml divê wisa be.
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 | <relativelayout xmlns:android="http://schemas.android.com/apk/res/android" xmlns:tools="http://schemas.android.com/tools" android:layout_width="match_parent" android:layout_height="match_parent" android:paddingBottom="@dimen/activity_vertical_margin" android:paddingLeft="@dimen/activity_horizontal_margin" android:paddingRight="@dimen/activity_horizontal_margin" android:paddingTop="@dimen/activity_vertical_margin" tools:context=".MainActivity" > <edittext android:id="@+id/editText1" android:layout_width="wrap_content" android:layout_height="wrap_content" android:layout_alignParentLeft="true" android:layout_alignParentRight="true" android:layout_alignParentTop="true" android:ems="10"></edittext> <button android:id="@+id/button1" android:layout_width="wrap_content" android:layout_height="wrap_content" android:layout_alignLeft="@+id/editText1" android:layout_alignRight="@+id/editText1" android:layout_below="@+id/editText1" android:text="Button"></button> <textview android:id="@+id/textView1" android:layout_width="wrap_content" android:layout_height="wrap_content" android:layout_alignParentBottom="true" android:layout_alignParentLeft="true" android:layout_alignParentRight="true" android:layout_below="@+id/button1" android:text="Large Text" android:textAppearance="?android:attr/textAppearanceLarge"></textview> </relativelayout> |
Hûn dikarin taybetiyên hêmanan ji çaviya kêlekê a binavê properties biguherînin. Mînak: nav, reng, nivîs û hwd.
Niha jî kodkirin. Rave di nava kodê de weke şîrove hatine nivîsandin. Lewma ez pêwîst nabînim ku ravebikim.
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 | public class MainActivity extends Activity { @Override protected void onCreate(Bundle savedInstanceState) { super.onCreate(savedInstanceState); setContentView(R.layout.activity_main); //EM hêmanên rûpelê ji pela XML bigirin. final EditText teketin=(EditText)findViewById(R.id.editText1); Button biskok=(Button)findViewById(R.id.button1); final TextView nivis=(TextView)findViewById(R.id.textView1); //qutîka nivîsê vala bike nivis.setText(null); //Ji bo bişkokê koda tikandinê biskok.setOnClickListener(new OnClickListener() { @Override public void onClick(View v) { // Nivîsa têketî li qutîka nivîsê zêde bike nivis.setText(nivis.getText()+"\n"+teketin.getText()); } }); } |
Niha jî em karin bernameya xwe a yekem biceribînin. Lê pêşî divê em AVD’yekê avabikin.(Makîneya Razber A androîdê)
Ji bo vê yekê jî pêl bişkoka a di wêneyê kêlekê de bikin.(a Rastê). Û pêl bişkoka New bikin û li gora dilê xwe AVDyekê avabikin.
Û paşî pêl bişkoka a di wêne de a navî bikin û bixebitînin.
Pîştî demeke kin dê Emûlator vebe û bername bixebite. Ku we tiştekî şaş nekiribe divê encam wiha be:
Nîşe:Ku di koda we de ciyekî bin xêzkirî hebe dibe ku we pelên kêm împort nekiribe. Ji bo vê yekê werin ser ciyê bin xêzkirî û demekê bisekinin. Dê paceyeke biçûk vebe û ji wir pêl import …… bikin.
Ku dîsa jî pirsgirêkek çêbû bi şîroveyan bipirsin ez dê bersîv bidim.