Bikaranîna Triangle away ji bo sifirkirina hejmara Custom binary count. 1

Wekî hûn zanin di telefonên Samsungê de weke parastin dema mirov nivîsbariyeke takekesî lê bardike(root, custom room û hwd.) Samsung di ekrana daxistinê de jimarekê dinivîse. Her carê ku mirov nivîsbariyekê lê bar dike ev hejmar zêde dibe. Dema pirsgirêgekê mirov dibe serwîsan lê vê hejmarê dinihêrin û ku nivisbariya telefona we resen be jî dibêjin telefon derketiye dij garantiyê. Ji çareserkirina vê yekê sepaneke bi navê Triangle Away heye. Ev sepan bi rêya rootê dikare vê hejmarê sifir bike lê wekî hûn dizanin divê telefon rootkirî be. Hûn dikarin apkya sepanê ji forûma xda developer daxin.

Di gelek foruman de kala vê yekê hatiye kirin lê ji ber ku hat serê min rêya çareseriyê kêm hatine dayin. Tiştê kêm eve ku divê zimanê telefonê bi îngilizî be. Weki din pirsgirêk dernakeve û hûn dikarin vê hejmarê sifir bikin û telefona weke roja pêşî resen bikin.

One comment on “Bikaranîna Triangle away ji bo sifirkirina hejmara Custom binary count.

  1. Reply ziyad hewlêrî Kan 5,2013 23:43

    Gellek spas. Birastî jî ev agahi pir hêja bû.

Li ser ziyad hewlêrî şîrove bike. Bersîvê Betal Bike