Rootkirina Galaxy Note 2 a bi Android 4.2.2

Weki hûn zanin Samsungê demekê berê rojanekirina Androîd 4.2.2′yê ji bo telefonên Note II weşand. Di nivîsa me a îro de em ê hîn bibin ka em çawa karin vê guhertoyê root bikin. Ji bo kesên ku nizanin ez bêjim root bikarhênerê herî rayedar e. Ji wîndowsê Administrator çi be ji bo lînux û androidê jî superuser ango root ew e.

Galaxy Note II Root

Niha jî dor hat ser vegotina root çawa tê kirin. Bi rastî çend riyên din jî hene lê a herî hêsan ev e.

  1. Sepana hewce a binavê CF-Auto-Root  ji vir an jî ji vir daxin. Tê de bernameya hewce ODIN jî heye.
  2. Pela şidandî a ku we daxist ji arşîvê derbixin. Bernameya ODINê bi xebitînin.
  3. Telefonê bigirin û di moda dowload de vekin.(Di heman demê de pê li bişkokan kêmkirina deng û a vekirinê  bikin.)
  4. Pela ku navê wê bi .md5 diqede a ku we ji arşîva CF-Auto-Root zip derxistibû di bernameya ODINê de li beşa PDA zêde bikin.
  5. Peyde pê li bişkoka start bikin. Dê barkirin çend xulekan biajo. Piştî wê dê telefon bê girtin û vebe.
  6. Piştî ku telefon vebû heke pirsgirê girtina SuperSu bide; ji Google Playê sepanê rojane bikin. Heke pirsgirêk hêjî hebe sepana ewlehiyê KNOX derxebat bikin.
  7. Hemû hemû ev qas bû. Niha divê telefona we hatibe root kirin. Ger pirsgirêkek çêbû hûn dikarin bi rêya şîroveyan bipirsin. Ez dê ji we re bibim alîkar.

Şîrove bike