Rootkirina Galaxy Note 2 a bi Android 4.2.2

Weki hûn zanin Samsungê demekê berê rojanekirina Androîd 4.2.2’yê ji bo telefonên Note II weşand. Di nivîsa me a îro de em ê hîn bibin ka em çawa karin vê guhertoyê root bikin. Ji bo kesên ku nizanin ez bêjim root bikarhênerê herî rayedar e. Ji wîndowsê Administrator çi be ji bo lînux û androidê jî superuser ango root ew e.

Galaxy Note II Root

Niha jî dor hat ser vegotina root çawa tê kirin. Bi rastî çend riyên din jî hene lê a herî hêsan ev e.

  1. Sepana hewce a binavê CF-Auto-Root  ji vir an jî ji vir daxin. Tê de bernameya hewce ODIN jî heye.
  2. Pela şidandî a ku we daxist ji arşîvê derbixin. Bernameya ODINê bi xebitînin.
  3. Telefonê bigirin û di moda dowload de vekin.(Di heman demê de pê li bişkokan kêmkirina deng û a vekirinê  bikin.)
  4. Pela ku navê wê bi .md5 diqede a ku we ji arşîva CF-Auto-Root zip derxistibû di bernameya ODINê de li beşa PDA zêde bikin.
  5. Peyde pê li bişkoka start bikin. Dê barkirin çend xulekan biajo. Piştî wê dê telefon bê girtin û vebe.
  6. Piştî ku telefon vebû heke pirsgirê girtina SuperSu bide; ji Google Playê sepanê rojane bikin. Heke pirsgirêk hêjî hebe sepana ewlehiyê KNOX derxebat bikin.
  7. Hemû hemû ev qas bû. Niha divê telefona we hatibe root kirin. Ger pirsgirêkek çêbû hûn dikarin bi rêya şîroveyan bipirsin. Ez dê ji we re bibim alîkar.

Ferhenga Onlîne A Kurdî Tirkî

Ferhenga Kurdî tirkî

Ferhenga Kurdî tirkî

Ferhenga me a Onlîne ket xizmeta we. Hûn ji pêşeka jorîn an jî bi girêdana http://ferheng.weboste.com dikarin vebikin. Di ferhengê 131 hezar peyvên kurdî û 45 hezar peyvên tirî hene. Ferhenga herî berfireh ev e. Wekî din ji bo Androidê û ji bo Wîndowsê jî hatiye amade kirin. Ji bo Androîdê hûn dikarin ji vir li telefon an jî tabletên xwe bar bikin. Ji bo wîndowsê jî hûn dikarin ji vir daxin û saz bikin.

Bikaranîna Triangle away ji bo sifirkirina hejmara Custom binary count.

Wekî hûn zanin di telefonên Samsungê de weke parastin dema mirov nivîsbariyeke takekesî lê bardike(root, custom room û hwd.) Samsung di ekrana daxistinê de jimarekê dinivîse. Her carê ku mirov nivîsbariyekê lê bar dike ev hejmar zêde dibe. Dema pirsgirêgekê mirov dibe serwîsan lê vê hejmarê dinihêrin û ku nivisbariya …

Zêdetir

Destpêkirina bernamegeriya androîdê

Di vê nivîsê de em dê avakirina derdora androîdê û navgînên bernamekirinê hîn bibin. Berê ji bo destpêkirina kodkirina bernameyên androidê em di rêçeke pir dûr re derbas dibin. Pêşî me bernameya eclipse dadixist, paşê SDKya(Software Development Kit–Kîta Pêşvebirina Nivîsbariyê) androîdê û paşê jî paketên androîdê ji bo eclipseyê û …

Zêdetir